ANKARA
Di bin serokatiya Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan de, ji bo rûdanên dawî yên ku li Sûriyeyê diqewimin bên nirxandin civîn hat kirin. Civîna ku li Avahiya Fermî ya Serokwezîriyê hat lidarxistin nêzî 3 saetan dewam kir.
Serokê Sererkaniyê Orgeneral Necdet Ozel, Alîkarê Serokwezîr Beşîr Atalay, Wezîrê Dadê Sadûllah Ergîn, Wezîrê Karên Derve Ahmet Davutoglû, Wezîrê Karên Hundir Mûammer Guler, Wezîrê Parastina Neteweyî Îsmet Yilmaz, Musteşarê Serokwezîriyê Efkan Ala û Musteşarê MÎTê Hakan Fîdan, beşdarî civînê bûn.
Hat hîn bûn ku di civînê de rûdanên dawî yên ku li sînor diqewimin hatine nirxandin.
Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan êvarê jî beşdarî bernameya fitarê ya ku ji aliyê Midûriyeta Ewlekariyê ve hat li darxistin bû.
Erdogan ewilî ji bo vê bernameyê spasiyên xwe anî ziman û got: "Remezana Şerîf ji bo hemû xebatkarên ewlekariyê, ji bo birayên me yên polês, ji bo teşkîlata cendirmeyan bi xêr be. Ez ji dil û can dixwazim ku ev Remezan ji bo welatê me, gelê, me û bo aştî û aramiyê derê xêrê veke û qet neyê girtin."
Erdogan di axaftina xwe de wiha pê de çû: "Em 76 milyon hemû bi hev re xwediyê vî welatî ne. Polês cûda, leşker cûda, notirvan cuda, karmend cûda nîne 76 milyon wekhev xwediyê vî welatî ne. Dema ku ferd bêje 'xwediyê vî welatî bi tenê ez im. Ez çi bibêjim, dê ew dibe' wê demê neheqî, zilm û pirsgirek derdikeve holê. Dema ku mirov got 'ez xwediyê vî welatî me, ez çi bibêjim, dê ew dibe' û tevbigere wê demê pirsgirêk derdikeve holê. Teqez zilm pêk tê. Kî çi bike divê li gor çerçoveya makezagonê û rêzika bike. Kesên ku li gor vê tevnegerin û mudaxaleyî qada azadiyê bikin, wê demê neheqî çêdibe. Niha konsepta ewlekariya me li gor makezagon û rêzikan dimeşe û înşaellah dê di vê çerçoveyê pêşvetir biçe.
Erdogan diyar kir ku niha pirsgirêk û xeletiyên deh salan sererast dikin, reformên demokratîk bi cih tînin û axaftina xwe wiha domand: Xwe ji bîr nekin, kesê bêedeb, ji edebê ditirse. Kesê bêhiqûq ji hiqûqê ditirse, Kesên ku li hemberê dê û bavên xwe bi hurmet nebin ji ewladê bi hurmet ditirsin. Înşaellah hûn ê ewilî ji zagonan paşê ji edep, hirmeta dê û bavan û ji heqiyê tawîz nedin. Înşaellah hûnê dafikên wan betal bikin.
Erdogan ji bo hemû beşdabûyîyan spasiyên xwe anî ziman û Cejna Remezanê û şeva Qedrê jî pîroz kir.