Cîgirserokê Koma AK Partiyê Mustafa Elîtaş ragihand, ew biryardar in ku Pakêta Ewlehiya Navxweyî derbas bikin. Ew ê di vê mijarê de bi sebr û metanet tevbigerin.
Elîtaş daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku li Meclisê hevdîtinên li ser Pakêta Ewlehiya Navxweyî dewam dikin û her çend li ser nîqaş hebin jî, 33 madde hatin qebûlkirin.
Elîtaş got ku ev 10-15 roj in li Meclisê şiddet hakim e û wiha dewam kir:
"HDPê partiyên din hîpnotîze kir. Li Meclisê şiddet û terorîzm hakim bû. Êrîşî cîgirserokên meclisê dikin. Tişta ku anîn serê cîgirserokên meclisê eleqeya wan bi exlaq, mirovahî tuneye û ev tişt ne hatine dîtin, ne hatine bihîstin. Li destê cigirserokeke jin dan. Kaxiz ji destê katibekê stendin û mîkrofon şikênandin. Cigirserokê koma partiyekê xwest ku kursiyê cîgirseroktiyê, ku em jê re kursiyê Ataturk dibêjin, îşxal bike. Ecdadê me halê meclisê bibîne wê aciz bibin. Cîgirserokê koma CHPê êrîşî kursî kir. Vê yekê jî ecdadê ku CHP damezirandibûn aciz kiriye. Hilbijêrên CHPê piştî vê rewşê wê cardin bifikirin."
Elîtaş di nîqaşên Pakêta Ewlehiya Navxweyî de helwesta mixalefetê jî rexne kir û got ku MHP û HDP tifaq kirine.