MUGLA
Alîkarê Serokwezîr Beşîr Atalay, li Kongreya Civaknasiya Neteweyî ya 7emîn ya li Zanîngeha Sitki Koçman a Muglayê hat lidarxist peyivî. Atalay diyar kir ku ji civaknasî zanistike gelekî girîng e û got ji ber vê yekê em her tîm ji bo raya gel lêkolînan dikin.
Atalay destnîşan kir ku der barê hemû beşên civakê yên cuda de nirxandinan dikin û wiha axivî:
"Ji bo xebatên demokratîkbûnê, divê em guh bidin fikrên hemû welatîyên xwe. Lewra dibe ku polîtîkaya ji bo herêmekê li herêmeke din bibe sedema nerazîbûnê. Tirkiye welatekî rengîn e. Divê em guh bidin hesayitên hemû welatiyên xwe. Em partiyeke siyasî ne. Dema em aliyekî çêdikin divê aliyekî din xera nekin. Sihûda me ew e ku hemû aliyen Tirkiyeyê piştgiriyê didin me. Heke em vê neparêzin em nikarin bibin îqtidar."