Gul li ser pirsa têkiliyên di navbera Tirkiye, Herêma Kurdistana Iraqê û Rêvebiriya Iraqê ya Navendî got ku ji ber ku em cînarê Iraqê ne, rûdanên Iraqê ji nêz ve Tirkiyeyê têkildar dike. Serokomar Gul destnîşn kir ku bandora tengasiyên ku gelê Iraqê dikşîne li ser Tirkiyeyê heye û wiha pê de çû: "Em dixwazin ku li Iraqê îstiqrar hebe û Iraq dewleteke wisa be ku çavkaniyên wê yên siruştî kêrî welatiyên wê were û ji bo welatiyên xwe van çavkaniyan bi kar bîne. Em gelên Iraqê wek eqrebayê xwe dibînin. Em ji zû ve di nav hev de ne."
Serokomar Gul diyar kir ji ber ku li Iraqê ji aliyê rêvebiriyê ve îstiqrarek tuneye, hin qanûnên bingehîn ji Meclisa Iraqê derbas nabin. Yek ji van jî qanûna der heqê qontrola neftê de ye. Gul wiha axivî: "Li ser dahata ku dê ji neftê were, nîqaş hene. Divê vejen bê bikaranîn. Di vê çarçoveyê de di navbera rêvebiriya Tirkiye û Iraqa Bakur a perçeya Iraqê de hevdîtin hatin kirin da ku ev vejen, neft, gaz li ser Tirkiyeyê re neqlî Ewropayê bibe. Ji bo vê mijarê destûra bingehîn a Iraqê dê bê şopandin. Li gor destûra bingehîn a Iraqê ji dahatê sedî 84 para hikûmeta nevendî, ya din jî para herêma kurdan a federal e. Der heqê vê de destûra bingehîn a Iraqê çi bijê dê li gor wê bibe. Destûra bingehîn a Iraqê teqez nayê binpêkirin û mafê hikûmeta navendî ya Iraqê nayê blokekirin."