TÛNCELÎ
Peyvên Tanrikulu yên di bernameyekê de der barê bûyerên Dêrsimê de got "Ez Arîkarê Serokê Giştî yê CHPyê me. Ez hezar carî lêborîna xwe dixwazim. Ez li ser navê CHPyê ji hemû mirovên ku hatin kuştin, ji hemû kesên ku hatin sirgunkirin û ji hemû kesên ku êşê dikşînin lêborînê dixwazim" li Tûnceliyê deng vedan.
Serokê Odeya Pîşesazî û Bazirganiyê ya Tûnceliyê Yûsûf Cengîz daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û bi bîr xist ku Serokomar Recep Tayyîp Erdogan di heyama serokwezîrtiya xwe de der barê bûyerên Dêrsimê de lêborîn xwest.
Cengîz lêborînxwestina Tanrikuluyê CHPyî nirxand û got ku "Lêborînxwestin gelekî xwezayî û rast e. Em li bendê bûn. Ez ji ber vê yekê wî pîroz dikim. Her kes divê bi tiştên ku wê heyamê qewimîn re rû bi rû be û di vê mijarê de lêborînê bixwaze. Em li bendê bûn ku Kiliçdaroglu jî daxuyaniyeke wiha bide lê Arîkarê Serokê Giştî daye."
Serokê Odeya Pîşesaz û Esnafên Tûnceliyê Hidir Belîce jî got "Bi ya min ev lêborîn gelekî bi derengî ketiye. Ji ber ku Serokê Giştî yê CHPyê dêrsimî ye û divê beriya gotina serokwezîrê heyamê û Serokomarê me yê niha CHPyê ev bikira."
Belîce got "Ji bo ku di çarçoveya hiqûqê de zirarên mexdûrên vê zilmê tezmîn bikin û îtibara wan îade bikin tu xebatên hiqûqî nehatine kirin. Înşallah CHP ji gotina partiya îqtidarê zêdetir pêşîkêşiya vê dozê bike. Ez wisa difikirim ku bi vî awayî dê bi rastiya dîrokî re rû bi rû bibe."
-"Em li bendê ne ku birêz Kemal Kiliçdaroglu jî lêborînê bixwaze"
Serokê Komelaya Arîkarî û Belavkirina Çanda Haci Bektaş Welî yê Tûnceliyê Ali Ekber Yurt jî got "Sezgîn Tanrikulu her çiqas gotibe ku ez li ser navê CHPyê lêborînê dixwazim jî me dît ku di demeke gelek kurt de di nav CHPyê de gelek nêrînên ji hev cuda derketin."
Yurt diyar kir ku Tanrikulu got ku ez ji ber bûyerên Dêrsimê xemgîn im û wiha axivî: "Her çiqas bibêje ku ez li ser navê CHPyê lêborînê dixwazim jî baweriya min ev e: Lêborînxwestina li ser navê partiyê dikeve li ser milê serokê giştî yê partiyê. Em vê wekî lêborîna wî bi xwe qebûl dikin û em dixwazin ku birêz Kemal Kiliçdaroglu jî wekî kesekî dêrsimî li ser navê CHPyê bi şertê ku bi CHPyê bide qebûlkirin bila der barê 1937 û 1938ê Dêrsimê de lêborîneke cidî bixwazin."
Serokê Kûluba Dêrsimsporê Erdal Guntaş jî der barê gotinên Tanrikulu de got "Daxuyaniyeke gelekî rast e. Ez vê daxuyaniya ku li ser navê CHPyê hat dayîn wek daxuyaniyeke ku mixabin bi derengî hatiye dayîn lê gelekî rast dibînim."