Serokwezîr Ahmet Davutoglu destnîşan kir ku ji bo êrîşa li ser Serokê Şaxa Ciwanan a Diyarbekirê ya AK Partiyê Yunus Koca were eşkerekirin telîmat daye.
Davutoglu li ser hesabê xwe yê Twitterê der barê kuştina Koca da daxuyanî da û wiha got: "Ji bo êrîşa li dijî birayê me Yunus were eşkerekirin, min telîmat da. Em ê bi hemû kadroyên xwe vê êrîşê teqîb bikin. Xwedê rehma xwe li birayê me Yunus bike û serê malbata wî sax be."
Wek mayîn li gor agahiyên çavkaniyên Serokwezîriyê Davutoglu li ser têlefonê bi bavê Yunus Koca Abdulkadîr Koca ra axivî û sersaxî dayê.