Önder Beyter
05 Adar 2020•Rojanekirin: 07 Adar 2020
Wezîrê Edaletê Abdulhamit Gul ragihand ku ew ê fezlekeya ku di çarçoveya lêpirsîna li ser sûcê "heqareta dijî Serokomar" da der heqê Wekîlê Serokê Koma CHPyê Engin Ozkoç da hat amadekirin demildest bişînin Meclisê.
Gul li ser hesabê xwe yê Twitterê li ser lêpirsîna der heqê Ozkoç ya ji ber gotinên wî yên dijî Serokomar Recep Tayyip Erdogan da daxuyanî da.
Wezîr Gul wiha got, "Engin Ozkoç dê bibîne ku di hiqûqê da bersiveke kirinên wî heye. Em ê fezlekeya ku Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê amade kir, demildest bişînin Meclisê."