KONYA
Bi saya xebatên Serokatiya Daîreya Karên Civakî û Çandî ya Şaredariya Mezin a Konyayê wê Mesnewiya Hz.Mewlana bi kurdî û tirkiya osmanî were xwendin.
Bi saya xebatên ku di sala 2005an da dest pê kirin heta niha, Mesnewiya Mewlana tevî orîjînala wê ya farisî, bi 23 zimanên cuda hat çapkirin. Mesnewî herî dawîn bi azerîkî hat çapkirin. Niha jî Şaredariya Mezin a Konyayê hewl dide ku Mesnewiyê bi tirkiya osmanî û bi zaravayê kurmancî ya kurdî çap bike.
Mele Ehmedê Şerefxanî ku alimekî kurd ê ji Îranê ye, Mesnewiya Mewlana bi herfên erebî wek menzûm wergerandiya kurdî, Şaredariya Mezin a Konyayê Mesnewiyê latînîze dike û wê di demeke kurt da were weşandin.
Serokê Şaredariya Mezin a Konyayê Tahir Akyurek daxuyanî da nûçegihanê AAyê û destnîşan kir ku Mewlana bi Mesnewiya xwe rêya aştî û hezkirinê nîşanî mirovahiyê dide û got xebatên wergerandina Mesnewiyê ya ji bo zimanên din dewam dikin.
- Bi 23 zimanên cuda hat çapkirin
Akyurek diyar kir ku Mesnewî bi gelek zimanên cuda hat çapkirin û wiha got: "Heta niha, Mesnewiya Mewlana tevî orîjînala wê ya farisî, bi 23 zimanên cuda hat çapkirin. Em ê Mesnewiyê wergerînin 10 zimanên din jî ku di nav da tirkiya osmanî û kurdî jî heye. Armanca me ew e ku em Mesnewiyê wergerînin 50 zimanî."
Akyurek got ku em ê wergera Mesnewiyê ya bi osmanî ya ku dîrozanê osmanî Mehmet Şakir Efendî wek nezim wergerandiye, cardin biweşînin û wiha dewam kir: "Heta niha cilda 2yemîn hatiye weşandin û xebatên çapkirinê dewam dike."
Akyurek destnîşan kir ku herî dawîn Mesnewiyê wergerandine azerîkî û wek 6 cild hatiye çapkirin û wiha dewam kir: "Heta niha bi tirkî, ûrdûkî, frensî, tirkmenî, îspanyolî, îngilizî, erebî, elmanî, îtalyanî, ernawidî, swêdî, japonî, boşnakî, flemenkî, qazakî, tacikî, çînî, yewnanî, rûsî, malayî û azerîkî Mesnewî hatiye çapkirin. Niha berhemê werdigerînin osmaniya tirkî, kurdî (kurmancî), potekîzî, lehî, amharî, sivahilî, hindî, qirgizî, ûygûrî û bûlgarî. Hin zimanên ku em ê di çarçoveya armanca xwe ya 50 zimanî da, Mesnewiyê çap bikin ev in: tatarkiya kirimî, tatarkiya kazanî, başkurtkî, lîtwanî, moxolî, ûkraynî û çekî."