RÎZE
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan Mizgefta Çiyayê Qibleyê ya Hecî Hafiz Yusuf Yilmaz a ku li Rîzeyê ye vekir.
Serokomar Erdogan di çarçoveya hevdîtinên xwe yên li Rîzeyê de beşdarî merasima vekirina Mizgefta Çiyayê Qibleyê ya Hecî Hafiz Yusuf Yilmaz jî bû.
Erdogan bangî welatiyên ku beşdarî merasima vekirinê bûn kir û ji wan re qala cih û çîroka mizgeftê jî kir.
Serokomar ji kesên ku di çêkirina mizgeftê de xwedî kedê ne re jî spas kir û hêvî kir ku ev mizgeft ji hemû derdor û umetê re bi xêr be.
Xanima Erdogan Emîne Erdogan jî di nav de kurê wî Bîlal Erdogan, keça wî Sumeyye Erdogan, Wezîrê Dadê Kenan Îpek, Wezîrê Gumruk û Bazirganiyê Nurettîn Canîklî, Wezîrê Daristan û Karên Avê Veysel Eroglu, Sekreterê Giştî yê Serokomar Fahrî Kasirga û Alîkarê Serokê Giştî yê AK Partiyê Suleyman Soylu jî beşdarî merasima vekirina mizgeftê bûn.
Serokomar Erdogan wıha axivî:
"(Dozgerên berê yên ku reviyan derveyê welêt) Binihêrin hûn dibînin, ew medya û pêşengên wê rêxistina paralel çi digotin 'Qet hakim û dozger direvin derveyê welêt? Ji bo wan tiştekî wekî berdana bikontrola edlî qet bi wan dikeve?' Çi bû, keremkin, reviyan yan na? Reviyan. Li vê derê gelek tişt bi mene ne. Yek bi revê karakterê wan, cîbîliyeta wan derket holê."
(Der barê dozgerên ku revîn dervayî welêt da) "Em ê nika Almanyayê jî bibînin. Ez wer difikirim ku ew ê der heqê van kesan da îhtimaleke mezin bûltena sor bê derxistin, em ê bi vê bûltenê va Almanyayê jî bibînin, hela çi dike? Bû bû, heke nebû êdî Almanya nikare ji me tu kesekê sûcdar bi îmzeya Tayyîp Erdogan bixwaze, ez nadim. Her kesê li gor hiqûqa navneteweyî tevbigere, heke tevnegere em ê jî bi miqabilê vê bersivê bidin wan. Tirkiye komareke mûzan nîne."