Haydar Şahin
17 Hezîran 2018•Rojanekirin: 18 Hezîran 2018
TUNCELİ
Muharrem Înceyê namzedê serokomartiyê yê CHPyê di mitînga li Meydana Seyît Riza ya li Tûnceliyê hat lidaraxistin da diyar kir ku Rêxistina Terorê ya Fetullahî (FETO) li Tirkiyeyê bi tenê nikaribû têkeve Tûnceliyê, carekî dîsa fehm dike ku çima nikaribû têkeve vê Tûnceliyê.
Înce got, "Tirkiye ew ê azad be, Munzur ew ê azad biherike" û paşê afaxtina xwe wiha domand: "Ez li hemû ciyên diçimê dubare dikim. Nika siyaset rêyeke zirav û dirêj e, qisma dirêj xilas bû em nika di qisma zirav da ne."
Înce destnîşan kir ku li Tûnceliyê rêjeya xwendin û nivîsandinê zêde ye û wiha axivî: "Binihêrin hûn di TEOGê da di rêza ewil da ne, rêza ewil... Min jî wekî mamosteyê fizîkê li meydanan ji kesê ku nifşeke dîndar û kîndar dixwaze ra got 'mêze hûn şaşiyê dikin, li meydanan ku quantum, madengeriya fezayê, wesayîtên bêmirov hene, ew ê ji hîvê û marsê madenan derxin."
Înce soz da ciwanan got ku ew ê teknolojiya herî pêşketî bîne berdestê wan û wiha pê da çû: "Dinya ewqasî pêşketiye, merivekê ku kurtasiya pirtûkan dixwîne nikare welêt bigihîne sihetê, em ê ji bo pêşerojê karan bikin. Em ê zarokên xwe baş mezin bikin. Em ê Tirkiya zimanê fermî û zimanê ku di mala xwe da xeber didin hînî wan bikin. Kurdî be Kurdî, Erebî be Erebî, kîjan dibe bira bibe. Zimanê ewil yê fermî, zimanê din jî yê malê û em ê pê ra zimanekî navneteweyî jî hînî wan bikin."