14 Cotmeh 2015•Rojanekirin: 15 Cotmeh 2015
WASHINGTON (AA) - Berdevkê Wezareta Karên Derva ya Amerîkayê Mark Toner civîna çapemeneniyê li dar xist û li ser rapora Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî sekinî. Li gor raporê YPG li bakurê Sûriyeyê cihê ku ereb û tirkmenên sivîl lê dijîn talan kirine, şeniyên herêmê bi zorê ji cih û warên wan qewirandine, mafên mirovan binpê kirine û sûcê şer kirine.
Toner pirsa nûçegihanê AAyê bersivand û wiha got: "Dema ku em li van îdia û sûcdarkirinê dinihêrin, em van cidî dibînin. Em dixwazin pê bawer bin ka bê rastiya van heye an na. Ez bangî kesên ku van herêman îdare dikin, dikim ku divê bêyî raçavkirina nijadan rêzê nîşanî hemû grûban bidin û li gor wê karê xwe bikin."
Mark Toner got ku mijar li ser herêmên ku ji destê DAEŞê tên rizgarkirin e û îstiqrara van herêman e û wiha dewam kir: "Ji ber vê em îdiayan cidî dibînin. Me ji hemû aktoran ra gotibû ku tevgerên wiha nayên qebûlkirin. Ka em ê li ser lêkolînê bikin, gelo rastiya îdiayên sûcdarkirinê hene an na."
Toner li ser alîkariya leşkerî ya ku mixalifên Sûriyeyê ra hat kirin jî sekinî û got ku alîkarî ji komên erebên sûriyeyî yên ku bi DAEŞê ra têkoşînê didin ra hat kirin û alîkarî ji muhîmmata çekên sivik pêk hat.
Toner li ser pirsa "Gelo Amerîka ji ber fikarên Tirkiyeyê ji PYDê dûr disekine?" jî wiha got:
"Li gor fikra me PYD li dijî DAEŞê serkeftî ye. Lê me beriya niha jî gotibû, em bi tu awayî qebûl nakin ku PYD herêmeke nîvxweser an jî rêvebiriya xwe çêbike. Em girêdayî yekparebûna axa Sûriyeyê ne. Em her tim bi Tirkiyeyê ra îstişareyê dikin. Em fikara Tirkiyeyê fêm dikin. Îstişareyên me wê dewam bikin."