27 Rêbendan 2016•Rojanekirin: 29 Rêbendan 2016
HEWLÊR
Serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê Nêçîrvan Barzanî got: "Ez soz didim ku emê DAEŞa rêxistina terorê belawela bikin û rojekê bibin xwediyê dewleta xwe ya serbixwe"
Barzanî di Konferansa "Ji nû ve vesazkirina Wezareta Aboriyê û Nexşeya Reformê" ya ku li Hewlêra paytexta Herêma Kurdistana Iraqê hat lidarxistin de xeberda û der heqê qeyrana aborî ya ku li herêmê didome û ji bo bi dawîbûna wê yekê hewl û xebatên ku divê bên meşandin de axivî.
Serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê Barzanî diyar kir him ji ber êrîşên DAEŞê û him jî ji ber qeyrana aboriyê ya her ku diçe tesîra wê zêdetir dibe di heyameke pir qrîtîk de derbas dibin û wiha dewam kir: "Gelê Kurdistanê yê bi sebr, em dizanin ku ev heyameke zor û bizehmete lê ez soz didim ku emê bigihîjin armancên xwe. Emê DAEŞa rêxistina terorê belawela bikin û binesaziya pîşe û endustriyê ji nû ve vesaz bikin."
Îxrackirina xaza sirûştî ya Herêma Kurdistanê jî di rojeva Barzanî de cih girt û ji bo wê jî got: "Emê xaza sirûştî îxracî dewletên dinyayê bikin û yekîtiya neteweyî û civakeke ku li ser wekheviyê hatiye avakirin emê bînin holê. Emê rojekê bibin xwediyê dewleta xwe ya serbixwe. Derketina serê çiya helbet pir hêsan nîne lê ez ji hemû kesên li vê derê dijîn dixwazim ku ji bo siberoja Kurdistanê bi bawer bin, destê hev bigirin û sebir bikin. Ji bo xewnên me rast derbikevin divê em hemû wek ekîbekê bi hev re bixebitin."
Barzanî ragihand ku daketina bihaya neftê ya li çar aliyê dinyayê tiştekî ku nedihat payîn bû û ev yek jî rasterast li ser aboriya wan tesîreke neyînî nîşan da û wiha pê de çû: "Hikûmeta navendî ya Bexdayê jî ji sala 2014an vir ve pereyê ku ji bo budçe û mehaniya karmendan dişîne dereng dixe û ev yek jî li ser aboriya Herêma Kurdistanê tesîra xwe nebaş nîşan dide."
- Bangewaziya alîkariyê ya li welatên girêdayiyê hêzên koalîsyona navneteweyî
Serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê di axaftina xwe de ji sedemên qeyrana aboriya welêt yek jî DAEŞ nîşan da û wiha got: "Ew şerê ku DAEŞa rêxistina terorê li gelê me îlan kir û piştî wî jî nêzî milyon û 800 hezar koçber û penaber berê xwe dan vê derê û rewşa herêma Kurdistanê xerab kir."
Rûdan, rewş û guherînên ku li herêmê diqewimin jî di rojeva Barzanî de cih girtin û Serokê Herêma Kurdistana Iraqê ji bo vê yekê jî wiha xeberda: "Rûdan û guherînên ku niha li vê derê diqewimin ji bo herêma Kurdistanê pir bi talûkene. Ji ber vê jî ji bo ku rasterast û bi lez û bez alîkariya aborî bê dayîn em bangî welatên girêdayiyê hêzên koalîsyona navneteweyî dikin."
Alîkarê Serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê Qûbat Talebanî, Wezîrê Karên Navxweyî Kerîm Sîncarî, Serokê Dîwana Serokatiya HKIyê Fûat Hiseyîn, wezîrên din ên kabîneya hikûmetê, serbalyozên li Hewlêrê û nûnerên welatan jî beşdarî konferansê bûn.