SÊRT
Li Şîrvana navçeya Sêrtê endamên rêxistina PKKê li ser înşeata bendava santrala hîdrolîkê de girtin. Li wê derê makîneyên kar ên ku ji bo çêkirina bendavê tên bikaranîn şewitandin û 3 wezîfedarên parastinê jî revandin.
Li gor agahiyên ku hatin hildan komek endamên rêxistinê li navçeya Şîrvanê li ser înşeata bendava hîdroelektrîkê ya ku li texma depoya daristanê de girt. Endamên rêxistinê ewilî makîneyên kar şewitandin û 3 wezîfedarên parastinê yên ku li ber bendavê bûn li kamyonekê siwar kirin û revandin.
Ji bo xelaskirina 3 wezîfedarên parastinê Fermandariya Lîwaya Komandoyê ya 3yemîn a Sêrtê li herêmê dest bi operasyonê kir.