14 Mijdar 2015•Rojanekirin: 15 Mijdar 2015
Serokomar Recep Tayyip Erdogan di hevdîtina ser têlefonê de ji bo êrîşên ku li Parîsê qewimîn sersaxî da Serokomarê Fransayê François Hollande û diyar kir ku Turkiye tevlî gelê xwe ve piştgiriyê dide Fransayê.
Li gor agahiyên ku ji çavkaniyên serokomariyê hatin hildan Serokomar Recep Tayyîp Erdoganê ku ji bo Civîna Lîderên G-20ê li Antalyayê bû danê nîvro ji ser têlefonê bi Serokomarê Franseyê Françoîs Hollande re axivî.
Serokomar Erdogan di hevdîtina xwe de diyar kir ew ji ber êrîşên ku li Parîsê qewimîn pir li ber xwe ket, ji bo birîndaran şifa xwest û ji bo kesên hatin kuştin jî sersaxî da xizmên wan.
Erdogan bi taybetî bal kişand ser mijara terorê û got ku dîn, ziman, bawerî, reng û welatê terorê tuneye û destnîşan kir ku Tirkiye bi her awayî li cem Fransayê ye û bi derdê wan diêşe. Hat gotin ku her du serokomar jî di têkoşîna li dijî terorê de şirîkatiya xwe wê bi qirarî bidomînin.
Hollande jî ji ber xesasiyetê ji Erdogan re spas kir û got ku ew nikare beşdarî Civîna Lîderên G-20ê ku wê li Antalya bê kirin bibe lê Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Laûrent Fabîus û Wezîrê Darayiyê Mîchel Sapîn wê li Tirkiyeyê bin û beşdarî civînê bibin.