ŞIRNAK
Di bûyerên li Cizîra navçeya Şirnexê da 4 kes miribûn û çalakvanan êrîşî malên hin endamên Huda-Parê û komeleyan kiribûn. Di van rojên dawiyê da temîrata wan xanî û komeleyan hat temamkirin.
Endamê Komeleya Piştgirî, Tenduristî û Perwerdeyê ya Nûrê (Nur-Der) Azîz Denîz daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku di êrîşa 27ê berfanbarê da avahiya wan zirar dît lê belê niha temîr kirin û dîwarê aliyê derva jî boyax kirin.
Denîz eşkere kir ku bi îmkanên xwe va avahiya xwe temîr kirin û xebatên wanê dewam bikin.
Denîz diyar kir ku 4 malbatên ku xaniyên wan hatibûn tehrîbkirin heta niha li cem eqrebeyên xwe diman, bi temambûna temîrkirina malên wan va êdî derbasî malên xwe dibin.
Denîz daxuyaniyên ku tê da dibêjin ev bûyer provakasyon in, rexne kir û wiha axivî: "Ji ber ku êrîşî me kirin em dev ji xebatên xwe bernadin. Em ê xebatên xwe bidomînin. Çi dibe bora bibe em ê xebatên xwe bidomînin. Ev bûyer provakasyon nînin. Ev êrîşên PKKyê û endamên wan ên li ser kurdên misliman in."