Serokê Giştî yê BDPyê Selahattîn Demirtaş ji bo berdana çawişê pispor Îlhan Çalişkan ê ku hat revandin bangewazî kir û da zanîn ku bi xanima çawûşê pispor re hevdîtin kiriye û zarokek çawûşê pispor jî nexweş e.
Demirtaş beşdarî merasima xîmavêtina avahiya Şaredariyê ya Bajarê Nû bû. Demirtaş li vir daxuyanî da, di daxuyaniyê de bal kişand li ser çalakiya rûniştinê ya li ber avahiya Şaredariya Mezin a Amedê dewam dike û da zanîn ku ji bo çareserkirina pirsgirêkê çi ji destê wan tê dikin û dê dewam jî bikin.
Demirtaş got ku piştî ku bi malbatên çalakiya rûniştinê li dar dixin re axivî, agahî dane rêvebirên KCKyê û wiha dewam kir:
"Hêj ji van bûyeran yek jî pêk nehatibû, me ji bo zarokên ku temenê wan biçûk in, neçin serê çiya dest bi xebatan kir. Em yeko yeko bi malbatan re axivîn. Me pirsa daxwazên malbatan kir û me ev daxwaz yek bi yek nivîsî. Roja din me ev daxwaz ragihand rêvebirên KCKyê. Me ji malbatan re jî got 'Ji bo em bigihêjin encameke divê hûn piştevaniya me bikin, em hewcedarê piştgiriya we ne.' Ew roj hin malbatan wiha got 'hin kes tên tevlî me dibin û daxuyaniya didin. Em êvarê di televîzyonan de wan temaşe dikin. Lê em nizanin ev kî ne. Zarokên wan jî li serê çiya nînin.' Me jî ji wan re got baldar bin. Em mafdar in. Ew kesên ku ez dibêjim 'ji îstixbaratê pere wergirtine' jî ew bi xwe ne. Min ew gotin ji bo malbatên ku zarokên wan li serê çiya ne negot. Min ji bo wan hêvokeke wiha qet bi kar neaniye."
Demirtaş diyar kir ku dê hevalên partîyî bi malbatan re yek bi yek hevdîtinê bikin û wiha dewam kir: "Ez bangî dayikan dikim. Hevalên min dê bi we re hevdîtinê bikin. Ew malbatên ku berê em negihiştin wan, em bi wan re neaxivîne dê bi wan hevdîtinê bikin. Hûn jî ji bo em bigihêjin encamekê destûrê nedin dek û dolabên îstixbaratê."
Demirtaş li ser revandina çawişê pispor jî axivî:
"Çawûşekî pispor ji Licê hat revandin. Îlhan Çalişkan. Em dixwazin di demeke kurt de bê berdan. Min bi xanima wî re hevdîtin kir. Ez hîn bûm ku zarokek wî nexweş e yek jî tê tedawîkirin. Ji bo wî di demeke kurt de berdin ez bang dikim."
- "Vebûna Kilîta Tirkiyeya Nû: Komxebata Pêvajoya Çareseriyê" ya li Diyarbekirê
Demirtaş piştî merasima xîmavêtina avahiyê pirsên rojnamegeran persivand û got ku hevdîtinên lijneya BDP û AK Partiyê yên li ser mijara nexşerêya rê dewam dikin.
Demirtaş got ku divê heta nexşerê pêk neyê û neyê eşkerekirin mirov li ser neaxive û nenirxîne û wiha pê de çû: "Her çiqas gaveke derengmayî be jî, avêtina vê gavê geşedaneke girîng e. Lewra pêdiviya me bi vê hebû. Ji bo berbiçavbûna pêvajoya çareseriyê divê ev gav teqez bihata avêtin."
Selahattîn Demîrtaş wiha got:
"Divê ev mesele zêde neyê dirêjkirin û nexşerê ji gel re jî bê vegotin. Gelo feydeya vê komxebatê dê ji bo pêvajoya çareseriyê hebe? Ya rast nizanim. Lê pirsa kurd çi ye, çi nîne, daxwaz çi ne, dê pirs çawa bê çareserkirin. Ya rast bersivên van hemû pirsan diyar in. Bila bi komxebatan dema xwe vala derbas nekin. Bila li ser masê rûnên fikr û ramanên xwe yên der barê nexşerêyê de parve bikin û beramberî hev vê pirsê çareser bikin."