Wezîrê Vejen û Çavkaniyên Siruştî Taner Yildiz beşdarî merasima îmzeyê ya Peymana Fînansmanan a Rafîneriya STARê bû û piştî merasimê pirsên der barê nefta Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) de bersivand.
Yildiz der barê îdiayên ku 'dibêjin keştiya ku nefta Bakurê Iraqê dibe nayê zanîn ku çûye kîjan dewletê û wenda bûye' de wiha bersivand: "Der barê nefta Bakurê Iraqê de hê barkirina duyem pêk nehatiye. Ev neft ya Iraqê ye, ne ya Tirkiyeyê ye. Biryara firotinê di destê Iraqê de ye. Piştî depokirinê dikarim bêjim ku rojane 100 hezar warîl tê sewqkirin. Heta niha me 2,8 milyon warîl depo kiriye. Heke ew bifiroşin em jî sewq dikin. Ji ber ku ev Bexda û Hewlêrê eleqedar dike, ew mutemadiyen agahiyê didin. Di vê mijarê de çi bikeve ser milên Tirkiyeyê dike. Heke li herêmeke Iraqê neft were derxistin dê ev were sewqkirin jî. Tirkiye dê helwesta xwe ya êrênî bidomîne."
Yildiz li ser pirsa der barê zêdekirina kapasîteya depokirina li Ceyhanê de wiha got: "Der barê vê de xebateke me tuneye. Hewce jî nake. Nefta ku tê derxistin, tê sewqkirin. Divê ev zincîr qut nebe. Xwediyê neftê Iraq e, dê Iraq neftê bifiroşe."
Yildiz der barê doza tahkîmê ya ku Iraqê vekiriye jî wiha got: "Iraq di dozê de hekemê xwe tayîn kir. Divê Tirkiye jî hekemê xwe tayîn bike. Li gor baweriya min dê herdu dewletên bira hev fehm bikin. Di vê mijarê de dê tengasî dernekeve."