HEWLÊR
Serokwezîr Ahmet Davutoglu û Serokê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Mesûd Barzanî li Hewlêrê hevdîtin kirin û civîna çapemeniyê li dar xistin. Davutoglu di civînê de pirsên rojnamevanan bersivand.
Li ser pirsa der heqê mijara ewlehiyê de Davutoglu bal kişand ser ewlehiya Iraqê û wiha got: "Ji ber ku li herêma sînorê Tirkiyeyê ye û ewlekariya Tirkiyeyê eleqedar dike, bi taybetî îstiqrar û ewlekariya Rêveberiya Herêma Kurdistanê û herêma Kurdistanê ji bo Tirkiyeyê mijareke zehf girîng e. Tirkiyeyê ji bo ewlekariya herêma Kurdistanê çi hewce be yê bike. Ev ji bo me mijareke hem tarîxî û mirovahî, hem jî stratejîk e. Me li ser meseleya perwerdeyê jî xeber da. Perwerde jî tev em ê ji vir şûnde alîkariyên piştgiriya ewlekariyê jî zêde bikin û bidomînin."
- Perwerdekirina pêşmergeyan
Davutoglu li ser pirsa "Wê mijara perwerdekirina pêşmergeyan çawa be û wê wek mayîn jî pêşmerge derbasî Kobanêyê bibin an na?" destnîşan kir ku bi Barzanî re tenê li ser mijara Iraqê, li ser geşedanên Rojhilata Navîn jî axivîn û wiha dewam kir: "Em bi tenê ne li ser Iraqê li ser mijarên ku hemû herêmê eleqedar dikin sekinîn. Lewra êdî her mijar bi mijara din ve girêdayî ye û hev eleqedar dikin. Destûra ku ji bo pêşmerge derbasî Kobanêyê bibin me da, asta têkiliya pêbaweriyê ya di navbera me de baş nîşan dide. Lewra ev herêmana ji aliyekî ve cînarê me ne û ji aliyê din ve jî cînarê Iraq û Herêma Kurdistana Iraqê ne. Em ê helbet ku hewce bike di mijarên ewlehiyê de bên bal hev, biaxivin û tevdîran hildin."
- Mijara vejenê
Davutoglu li ser pirsa der heqê vejenê de jî wiha got: "Duh bi birêz Îbadî re û îro jî bi birêz Barzanî re em li ser meseleya vejenê bi awayekî dûr û dirêj sekinîn. Dosyaya vejenê dosyayeke wisa ye ku heke her kes bi awayekî baş û maqûl tevbigere wê bi kêrî hemû kesan bê. Heke lihevkirinek pêk bê herî zêde dê Tirkiye ji vê yekê kêfxweş bibe. Ji bo vê jî çi ji destê me bê em ê bikin."
- Cîgirtina Misteşarê MÎTê ya di lijneyê de
Serokwezîr Davutoglu li ser pirsa "Misteşarê MÎTê Hakan Fîdan jî di lijneyê de cî girt, sedemeke vê heye?" wiha peyivî: "Ji ber ku mijara ewlehiyê di rojevê de ye loma Hakan Fîdan jî di lijneyê de cî girt. Lewra di ewlehiyê de îstixbarat girîng e. Ji ber vê jî him li Bexdayê û him jî li Hewlêrê bi mixataban re hevdîtin kir û wek rapor pêşkêş kir. Wê pêwendiyên wiha dewam bikin."
- "Tirkiye di mijarên însanî de her wext li cem birayên xwe ye"
Davutoglu destnîşan kir ku ji ber êrîşên DÎŞIyê û geşedanên ewil nêzî 2 milyon penaber ji ciyên xwe bûn û got ku piraniya wan çûn Herêma Kurdistana Iraqê û wiha dewam kir: "Li Tirkiyeyê jî nêzî 2 milyonî penaberên ku ji Iraq û Sûriyeyê hatine hene. Min ji Barzanî re jî got, Tirkiye di mijarên însanî de her wext li cem birayên xwe ye. Me li Dihokê 3 kampên li gor 35 hezar kesî ava kirin û wê alîkariya me dewam bike."
Davutoglu diyar kir ku di civîna bi berfireh de li ser mijara ewlehiyê sekinîn û destnîşan kir ku li ser êrîşên DÎŞIyê yên li ser Herêma Kurdistanê sekinîn û wiha got: "Ez cardin dubare dikim. Ewlehiya Iraqê ji bo Tirkiyeyê girîng e. Ewlehiya Rêveberiya Herêmê jî mijareke sereke ye. Rasterast bi ewlehiya Tirkiyeyê re têkildar e."
- "Li Bexdayê rewşeke erênî hebû"
Davutoglu bal kişand ser rewşa Bexdayê û wiha got: "Li Iraqê hikûmeteke nû ava bû. Li Bexdayê rewşeke erênî hebû. Li Iraqê siyaseteke ku bikaribe hemû komên dînî, mezhebî û nijadî di nav xwe de bihewîne û nûnertiya wan bike tercîha me hemûyan e û avahiyeke wiha garantiya pêşeroja Iraqê ye jî."
Davutoglu destnîşan kir ku li ser hevkariya aboriyê sekinîn û wiha got: "Li Iraqê ticareta me ya derve 12 milyar e, em jê 8 milyarî bi Herêma Kurdistanê re dikin. Li vir hezar û 500 şirketên tirk hene û ji 100 hezarî zêdetir welatiyên me hene. Em ê têkiliyên xwe di her warî de zêde bikin."