Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan piştî pêwendiyên li Pakistanê bi balafira taybet a THYê di saet 21.00an de hat Ankarayê.
Alîkarên Serokwezîr Bekir Bozdag, Beşîr Atalay, hin wezîr, parlementer û welatiyan li Balafirgeha Esenbogayê Erdogan pêşwazî kirin.
Serokwezîr li vir bangî welatiyên ku li benda wî bûn kir û got:"Ez îşev li vir hin tiştan dibêjim, ez we dewetî lenetkirina nifiran û diakirinê dikim. Em bi nifiran nehatine fermankirin, bi diayan hatine fermankirin. Ger yên ku heqê gel û sêwiyan ji kasa gel, ji bêrîka gel derxe, em ê jî hisabê vî bipirsin, hiqûqê jî bipirse. Midurê giştî yê muxalefeta sereke nikare hisabê vî bipirse. Bila ew pêşiyê hisabê ser dema xwe ya ku miduriya giştî dikir bide."
Serokwezîr Erdogan bi jina xwe Emîne Erdogan, keça xwe Sumeyye Erdogan, Wezîrê Aboriyê Zafer Çaglayan, Wezîrê Gihandin, Ragihandin û Behrevaniyê Binalî Yildirim, Alîkarên Serokê Giştî yê AK Partiyê Numan Kurtulmuş û Mevlut Çavuşoglu ve hat Ankarayê.