07 Cotmeh 2015•Rojanekirin: 08 Cotmeh 2015
Waliyê Mûsilê Nufeyl Hamadî Siltanî destnîşan kir ku wê nîqaşên siyasî û meseleyên navxweyî dayne dera hanê û ji bo ku Mûsilê ji destê DAEŞê xilas bikin hewl bide.
Siltaniyê ku bi destê Meclisa Bajêr a Mûsilê wek walî hat hilbijartin li Dihokê daxuyaniya çapemeniyê da û diyar kir ku armanca wî ya sereke ew e ku DAEŞ ji herêmê were derxistin.
Siltanî diyar kir ku ji bo xizmeta gelê Mûsilê hatiye hilbijartin û wiha got: "Divê gelê Mûsilê dema xwe bi nîqaşên siyasî û meseleyên navxweyî derbas neke. Divê em tev ji bo armanceke hevbeş bixebitin. Ez dixwazim xizmeta gelê Mûsilê bikim."
Siltanî destnîşan kir ku divê Serokomarê Iraqê Fuad Mesûm, Serokwezîr Heyder Ebadî û Serokê Meclisê Selîm el-Cibûrî ji bo xilaskirina Mûsilê bibin alîkar û wiha dewam kir: "Gelê Mûsilê zilmeke mezin dît. DAEŞa rêxistina terorê zilmeke mezin anî serê gel. Divê ev êdî ji holê rabe û gel vegere malên xwe."
Meclisa Bajêr a Mûsilê ku 39 endaman pêk tê, do li Tilkefa navçeya Mûsilê ji nav 14 namzedî Nufeyl Hamadî Siltaniyê endamê Koma En-Nehdayê wek walî hilbijartibû. Siltanî di ciyê Esil Nuceyfiyê ku ji wezîfeyê hatibû hildan, hat hilbijartin.