ANTALYA
Serokê Giştî yê Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) Selahattîn Demirtaş got: "Li ber çavê gel tiştên derqanûnî û li dijî hiqûqê diqewimin. Serokwezîr heta ku êrîşî der û dora xwe dike divê di mijara hesabdayînê de zelal be û di vê mijarê de polîtîkayeke ku mirov jê bawer be bike rewacê.
Serokê Giştî yê BDPê Demirtaş ji bo ku beşdarî mitînga partiya xwe bibe li Antalyayê bû, lê ji ber şiliyê mitîng betal bû. Demîrtaş jî li ser vê li taxa Guneş a navçeya Kepezê çû mala partiyiyekî û li vê derê daxuyanî da rojnamevanan û diyar kir ku der barê gendelî û bertîlê de îdia hene lê AK Partî ji bo lêpirsinê rê digire û wiha dewam kir: "Li ber çavê gel tiştên derqanûnî û li dijî hiqûqê diqewimin. Serokwezîr heta ku êrîşî der û dora xwe dike divê di mijara hesabdayînê de zelal be û di vê mijarê de polîtîkayeke ku mirov jê bawer be bike rewacê. Lê heke di şûna wê de rabin û wek her roj karmend, xwendekar, karker û her kesî sûcdar bikin û bibêjin em bêguneh in û vê derûniyê ava bikin ev nabe û jixwe ne li gor mantiqa demokrasiyê ye jî."