Sevim Hatun
05 Mijdar 2015•Rojanekirin: 06 Mijdar 2015
HAKKARİ
Li Şemdînliyê gel li hemberî xwepêşanderên ku hewl didan ser rê berîqat deynîn, bertek nîşan da.
Xwepêşanderan xwest ku bi hinceta du terorîstên ku duh di operasyona ser rêxistina terorê da li Yuksekovayê mirin çalakî lidarbixin. Çalakvanan hewl da ku rêya navbera dibistana Yavûz Sûltan Selîm û Derecîkê ji trafîkê ra bigrin. Li ser rê barîqat danîn.
Welatiyan li hemberî çalakvanên ku di destê wan da fişekên hewayî û molotof hebûn bertek nîşan da.
Welatiyan bi kevir û daran berê çalakvanan da.
Piştî ku welatiyan wiha bertek nîşan da, çalakvan di nav kuçe û kolanan da belav bûn.
Polêsên ku hatin cihê bûyerê piştî demekê vegeriyan.