Türkan Tosun
05 Gulan 2019•Rojanekirin: 06 Gulan 2019
Li Edremîta navçeya Wanê "Şaneşîna Temaşeyê" ya ku ji hêla şaredariyê va hatiye çêkirin eleqeyeke mezin dibîne.
Kiz Kalesyiya li navçeyê ya ku keleheke dîrokî ye bi xebatan va hat nûkirin, der û dora wê hat çêkirin.

Li kelehê "Şaneşîna Temaşeyê" jî hat çêkirin ku welatî bikaribin ji vir bajêr temaşe bikin.
Yên tên kelehê û qada li der û dora wê bi saya vê şaneşînê bajêr, Keleha Wanê û Gola Wanê ji jor va temaşe dikin.