Abdullah Tel
19 Nîsan 2019•Rojanekirin: 21 Nîsan 2019
Li Girava Axdamarê ya di nav Behra Wanê da ku bala turîstan li serê ye darên arûng û behîvan kulîlk vekirin û girav bi xeml û rengên biharê va balê dikşîne.
Girav di mehên zivistanê da di bin berfê da dimîne û bi hatina biharê va jî reng û rûçikên xwe diguherîne.
Girava Axdamar bi kulîlk û çîçekan xemilî
Darên behîv û arûngan ên li giravê bi hatina mehên nîsan û gulanê va kulîlk vedikin gul û çîçekên li giravê derdikevin û çar aliyê giravê bi rengên biharê dixemile.
Bergeha Girava Axdamarê bi rengê şînahiya ava golê û berfa serê Çiyayê Artosê va xweştir dibe û bala ziyaretvanan dikşîne.
Girava di nav Behra Wanê da salek donzdeh meh ji turîstan xalî nabe û eleqeya li serê jî bi taybetî demsalên bihar, havîn û payîzê zêdetir dibe.