ŞANLIURFA
Gula reş a ku bi tenê li Xelfetiya navçeya Şanliurfayê digîhîje bi saya 'Yektiya Gulan' a ku ji aliyê Komîteya Kordînasyona Navneteweyî ya Sîttaslowê ve tê avakirin dê li çar aliyê cihanê bê firotin.
Xelfetiya ku qismeke wê di bin Bendava Birecîkê de maye û cihekî aram e ji hêla gelek turîstan ve tê ziyaretkirin. Xelfetî ji ber ku zêde bêdeng û aram e Komîteya Kordînasyona Navneteweyî ya Sîttaslowê ev bajar di nav bajarên 'aram' de nîşan da.
Gula reş jî ji ber ax û hewaya vir bi tenê li vê navçeyê digîhîje û di cihanê de jî xwedî bi nav û deng e.
Serokê Konseya Bajêr a Xalfetiyê Nîhat Ozdal ji nûçegihanê AAyê re daxuyand ku gula reş herî zêde di meha adar û nîsanê de, di payîzê de jî di meha cotmeh û mijdarê de zêde bi rengê reş vedibe, di mehên din de rengê wê hinekî vekirî dibe.
Ozdal got ku ew gulên îthalî Hollandayê dikin ne xwezayî ne û bi genetîka van gulan ve tê lîstin. Ozdal wiha axivî: "Gula xwezayî bi tenê li Xelfetiyê bi sirûştî digîhîje. Bi genetîka wê va nayê lîstin. Li cihanê hin cotkarên ku bi tenê gulan digîhînin hene û em ê jî bi wan re bixebitin. Bi vî awayî wê li cihanê belav bibe. Di medyaya civakî de mirovên biyanî yên ku li welatên din dijîn li ser hesabên xwe wêneyê gula reş parve dikin. Heke yekîtiya gulan ava bibe em ê bi rehetî di bazara navneteweyî de cih bigrin û gula reş bifroşin."
Ozdal got ku li Tirkiyeyê di bazariya gula reş de pirsgirêk hene û bi vê yekîtiyê ve evê di nav demê de bê çareserkirin.