Alîkarê Serokwezîr Yalçin Akdogan di bernameya "Maseya Enqereyê" ya Kanal 24ê de der heqê rojevê de daxuyanî da.
Akdogan destnîşan kir ku beriya hilbijartinê têkoşîneke xurt hebû, piştî hilbijartinê jî divê rûpeleke nû ya paqij were vekirin û di mabeynê partiyan de diyalog şert e û pêvajoya diyalogeke wiha jî dest pê kir.
- "Tu çima piştgiriya namzedê xwe yê Serokomariyê nakî?"
Akdogan bal kişan ku lihevkirin ew e ku meriv li ser bingeheke maqûl were bal hev û wiha got: "Divê em di çarçoveya bingeheke maqûl de werin bal hev, li ser hev şertan ferz nekin. Divê em di polîtîkayên xwe de israr nekin."
Akdogan da bibîrxistin ku piştgiriya namzedê Serokê Meclisê yê MHPyê Ekmeleddîn Îhsanoglu nehat kirin û wiha diyar kir: "Ev namzedê te yê Serokomariyê bû, tu çima ji bo Serokatiya Parlementoyê piştgiriyê nadî? Ev mesele paradokseke e. Heke ku ne namzedê xwe, lê piştgiriya vî bikira, evê jî bibûya paradoseke din. Dema ku hûn bikevin vê rêyê hûnê teqez bi paradoksekê re rûbirû bimînin."
- "Tevgera MHPyê û ya Bahçelî rast e"
Akdogan destnîşan kir ku di çarçoveya vê konteksê de ew tevgera MHPyê û ya Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî rast dibîne û wiha domand: "Hûnê pêşiyê ji bo HDPyê ewqas galegal bikin û dû re jî hûnê hewl bidin ku bi hevra bikevin eynî tûrî. Qeretûya pişgirîkirina heman kesî, hemû pêbaweriya xwe şikand. Xwedanrêgezî û yekdeviya siyasî pir gîrîng e. Di vî warî de MHPyê gelek rexne dikin, lê ji aliyê xwe ve ya rast kir."
- "Ka li ku ne ev heyet"
Akdogan diyar kir ku HDPyê di pêvajoya kampanyaya hilbartinê de xeta xwe guherand û li dijî aktorên Pêvajoya Çareseriyê şer îlan kir.
Akdogan wiha dewam kir:
"Mesele ne hilbijartin û siyaset e, em li vir pêvajoyekê bi rê dibin. Heke rêya ku we berê xwe dabê, rêyeke wisa be ku dê pêvajoyê xerab bike, wêçaxê wekî kesekî ku xwedî li pêvajoyê dertê ezê we rexne bikim, hevalê min. Tu li vir ji bo projeyekê xwe didî emilandin. Tu xwe di destê dijminên Pêvajoya Çareseriyê de dikî amûrekî. Heke ku tu xwe ji bo projeya têkbirina aktorên Pêvajoya Çareseriyê didî bikaranîn, tu ketî nava karekî li dijî pêvajoyê. Ev jî ji bo Pêvajoya Çareseriyê îxanet e."
Akdogan bal kişand ku şaîbeyek heye û wiha xeberda:
"Gelek gundan zik daye. Di rejîmên dîktatoryal de evçend zikdayîn naqewime. Di referandûma 12ê Îlonê de jî dibe ku evqas nebûbe. Ev çawa dibe? Gelek çavdêr hebûn. Ka wê qiyamet rakirana. Heke ku AK Partî bi serê xwe bibûya îqtidar dê bigotana, 'Li Tirkiyeyê şik û guman tevî hilbijartinê bûye'. Her tişt amade kiribûn, daxuyaniyên xwe jî. Kanê ev heyet? Çima neçûn? Van gundan zik dan, kesek çû li pir cihî ray avêt. Ma ev ne şaîbe ye?"