TBMM
Li Meclisê hejmara dosyayên destnedayînê yên der heqê parlementeran de gihîşt 989an.
Li gor agahiyên ku nûçegihana AAyê hilda ji destpêka Heyama 24emîn heta niha hezar 138 dosyayên der heqê parlementeran de hatin Meclisê.
149 dosya bi hinceta ku hin parlementer wek serokê şaredariyê hatin hilbijartin û hin sûc jî ji ber ku di nav çarçoveya besteka darazê de cih digirin paşve şandin Serokwezîriyê.
Ji ber ku 149 dosya paşve hatin şandin hejmara dosyayên niha di Komîsyona Hevpar a Dad û Destûra Bingehîn de ne 989 in.
Piştî ku Recep Tayyîp Erdogan wek serokomar hat hilbijartin 3 dosyayên der heqê wî de ji Serokwezîriyê re paşve hatin şandin.