HAKKARÎ
Waliyê Hekariyê Necmettîn Kalkan got: "Çînko û zirîça ku ji vir derdixin serweta neteweyî ye. Armanca me ew e ku tevkariyê bidin veberhêneran ku ji xizneyan hin tiştan çêkin û bifroşin piyasê."
Walî Kalkan çû xizneyên çînko û zirîçê geriya û li wir ji Îsmet Olmezê xwediyê tesîsa Meskan Olmez Madencilikê agahî hilda. Xizne li ser rêya Hekarî û Çukurcayê di nav herêma çiyayî de ye.
Kalkan piştî ziyaretê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û destnîşan kir ku Îsmet Olmez bi tena serê xwe karekî zehf girîn kiriye û divê îmkanan bidin welatiyên li herêmê û pêşiya wan vekin.
Walî Kalkan got ku gava îmkanan bidin welatiyên li herêmê dikarin debara xwe bikin û wiha axivî:
"Karsazê me ji xwe re tesîs ava kiriye û di wir de 200 merivî dide xebatê. Ev hejmar ji bo Hekariyê zehf girîng e. Çînko û zirîça ku ji vir derdixin serweta neteweyî ye. Armanca me ew e ku tevkariyê bidin veberhêneran ku ji xizneyan hin tiştan çêkin û bifroşin piyasê. Veberhêner ji ber kêmasiya vejenê gelek aciz dibin. Ji ber ceyranê gelek tengasî derdikevin. Dibe ku veberhêner ceyrana xwe, bi xwe hilberînin ji bo vê jî divê em alîkariyê bidin wan."
Îsmet Olmezê karsaz jî diyar kir ku tesîsa wan hê di ceribandinê de ye ji ber vê yekê jî bi tenê zirîçê bi dest dixin, lêbelê hê çînko bi dest nexistine.
Olmez detnîşan kir ku di salê de nêzîkî 370 û 380 hezar ton çînko bi kar tînin û wiha axivî:
"Em hemûyê wan îtxal dikin. Em tona çînkoya xam di navbera 150 û 200 dolarî de difroşin derve lê belê li wir li ser dixebitin û tona wê 2 hezar û 200 dolarî difroşin me. Gava bi pêvajoya çareseriyê hin pirsgirêk çareser bibin, wê çaxê dewletê bi çavekî din li veberhêneran binihêre. Em bawer dikin ku di encamê de aboriya herêma me yê baş be. Me di demên berê de ji ber bûyeran nikaribû endezyarên baş bianiyana herêmê. Me pişiyê bi erebeyekê ve dest bi kar kir, lêbelê niha gelek erebeyên me hene. Hêzên ewlekariyê jî ji bo anîna dînamîtan alîkariyê didin me. Em dixwazin ku ji bo mirovan îstihdamê vekin. Vê gavê em di vir de 200 merivî didin xebatê."