Hat ragihandin ku di dinyayê de herî zêde Tirkiyeyê alîkariya êzdiyên ku ji ber êrîşên DÎŞIyê ji Şingalê reviyan kir.
Êzdiyên li Şingala Iraqê dijîn ji ber şer qasî 8 meh berê terka welatê xwe kirin û di serî de Tirkiye xwe spartin welatên din. Yên ku gihîştin Tirkiyeyê li konbajara Nisêbîna navçeya Mêrdînê hatin bicîhkirin.
Rêvebiriya Rewşa Acil û Afatê ya Serokwezîrtiyê (AFAD) ji bilî Mêrdînê li Duhok û Zaxoya Iraqê jî ji bo êzdiyan konbajar ava kir û alîkarî da wan.
Serokê AFADê Fuat Oktay ji nûçegihanê AAyê re daxuyand ku li Tirkiyeyê 18 hezar û 300 êzdî hatine qeydkirin û wiha axivî: "Li Midyata navçeya Mêrdînê kampeke ji bo 3 hezar kesan, li Nisêbînê jî kampeke ji bo 17 hezar kesan hat avakirin. Vê gavê li Tirkiyeyê tu pirsgirêk tune. Kampên me ji bo 20 hezar kesî ne û em dikarin mazuwaniya wan bikin. Di dinyayê de ji bilî Tirkiyeyê tu welat bi awayekî rêk û pêk û cidî alîkariyê nade ezdiyan."
- Li Iraqê jî konbajar hatin avakirin
Oktay got ku ji bo êzdiyan li Duhok û Zaxoyê jî kamp hatin avakirin û wiha axivî: "Li Duhokê ji bo 22 hezaran û li Zaxoyê jî ji bo 15 hezaran konbajar hatin avakirin. Ji bilî vê ji bo ku li Kerkukê jî kamp bê avakirin em piştgiriyê didin. Li Iraqê û Sûriyeyê her tim alîkarî tên kirin. Tirkiye dema ku alîkariyê dike nabêje ev kurd e, ev ereb e, ev êzdî ye an ev tirk e. Bêyî ku cudahiyê bixe navbera mirovan alîkariyên xwe dike."