Türkan Tosun
25 Hezîran 2019•Rojanekirin: 25 Hezîran 2019
Artêşa Tirkiyeyê (TSK) daxuyand hesabê medyaya civakî ya Anitkabîrê tune.
Li ser hesabê Twîtterê ya TSKyê hat daxuyandin bi navê "Anitkabîr"ê hin hesabên medyaya civakî hatine vekirin.
Di daxuyaniyê da wiha hat gotin "Ji bo Anitkabîra ku îstîrehetgeha ebedî ya Xazî Mustafa Kemal Ataturkê avakerê Komara me û Serfermandarê me li ser hesabên medyaya civakî bi gotinên wek 'Hesabê Fermî yê Anitkabîrê ye' xebat tên kirin. Hesabê fermî yê civakî ya Anitkabîrê tune."
Hat gotin malpera înternetê ya fermî ya Anitkabîrê "www.anitkabir.tsk.tr" ye.