28 Sibat 2017•Rojanekirin: 01 Adar 2017
MOSKOW
Alîkarê Wezîrê Berevaniyê yê Rûsyayê Aleksandir Fomîn got ku hevdîtinên Tirkiye û Rûsyayê yên derbarê sîstemên parastina asîmanî S-400 de dewam dikin.
Fomîn li Bîşkeka paytaxta Qirgizîstanê pirsê rojnamegeran bersivandin.
Fomîn wiha got: "Hevdîtin berdewam dikin. Niha behsa teslîmatê nayê kirin. Heke ku li hev bikin wê teslîmat wêgavê bê kirin û niha peymaneka wisa nîne."