14 Nîsan 2016•Rojanekirin: 15 Nîsan 2016
WASHINGTON
Qubat Talabaniyê Arîkarê Serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê li paytext Washingtonê axivî û got ku mehane 100 milyon dolar kêmasiya wan çêdibe û bê şert û merc dikarin arîkariyeke wiha qebûl bikin.
Talabanî û Kerîm Sîncariyê Wezîrê Karên Navxweyî yê HKIyê yên ji bo ku bi birêvebiriya DYAyê re hevdîtinê bikin li paytext Washingtonê ne di konferansa ku Weqfa Parêzvanên Demokrasiyê de axivîn.
Talabanî got ku "Rasterast hewcedariya me bi piştgiriya aborî heye" û qal kir ku di têkoşîna ku dijî DAEŞê didin de kêm dimînin.
Talabanî diyar kir ku di mijara piştgiriya aborî de bi birêvebiriya DYAyê re hevdîtin kirin û got ku "Em dikarin ku hemû piştgiriyên aborî yên ku bidin me bê şert û merc qebûl bikin."
Talabanî got "Bi piştgiriya aborî re jî şertên ku dê pêşkêşî me bikin dibe ku arîkariya me bike ku em pêş bikevin."
Talabanî nirxand ku yek ji sedemên pirsgirêka wan a aborî "daketina bihayên neftê" ye û parast ku rola hikûmeta navendî ya Iraqê jî heye ku pirsgirêka aborî dikşînin û got ku "Polîtîkayên Iraqê jî tesîr dike."
Talabanî diyar kir ku heke pirsgirêka wan a aborî berdewam bike dê têkoşîna ku dijî DAEŞê didin bikeve tengasiyê.
Talabanî di axaftina xwe de der heqê pirsgirêkên di navbera wan û hikûmeta navendî ya Iraqê de agahî dan û got ku di warê arîkariya tenduristî, aborî û mirovahiyê de tu piştgirî nedîtin. Talabanî got ku "Me ji welatê ku dibêjinê Iraq çi feyde dît?"
Talabanî wiha axivî: "Heke Kurdistan rojek bixwaze ku serxwebûna xwe îlan bike dê ev nebe dawiya dinyayê."
Wezîrê Karên Navxweyî Sincarî jî di heman konferansê de axivî û der heqê pirsgirêkên aboriyê de agahî dan.
Sîncarî bal kişand ku pirsgirêka li herêmê diqewime ji aliyê DAEŞê ve jî tê bikaranîn û got ku DAEŞ 200 dolarî dide kesên ku tevî rêxistina wan dibe.
Sîncarî der heqê operasyonên ser Mûsilê de jî nirxandin kir û diyar kir ku dê piştgirî bidin operasyonan lê dê nekevin bajêr û wiha axivî: "Em ji bo ku mijar nebe şerê kurd-ereban dê nekevin nav bajêr. Em ê li derveyî bajêr cî bigirin."
Berdevkê Wezareta Karên Derve yê DYAyê Mark Toner di civîna xwe ya îro de gotibû ku heyet roja duşemê hat DYAyê û dê heta 15ê nîsanê bi rayedarên ji birêvebiriyê re hevdîtinan bikin.