ANKARA
Arîkarê Serokwezîr Bulent Arinç bal kişand û got ku îro hin derûdor hene ku naxwazin serkeftinên Anadolu Agencyê (AA) bibînin û wiha dewam kir: "Eger ew nexwezin jî, çavên xwe jî bigrin, kefa wan pê re neçe jî û dexesiyê jî bikin, lê dîsa AA mezin dibe, geş dibe û îmze davêje serkeftinên mezin. Her çiqas ew çavên xwe bigrin jî, lê gelek kes vê serkeftinê bi awayekî nêz dibîne û ji re çepikan lê dide."
Bi minasebeta 94emîn salvegera damezirîna AAyê ve li tesîsa saziyê ya li Golbaşiyê geştek hat lidarxistin.
Arinç jî beşdarî Geşta Salvegera Damezirînê bû û li wir anî ziman ku ew gelekî kefxweş e ji ber ku di atmosfereke wiha germ de ew bi xebatkarên saziyê re ye.
Bulent Arinç salvegera damezirîna ajansê pîroz kir û wiha axivî: "Îro em gelekî şikirdar in ku em di asteke serkeftî de ne. Ji ber hindê di serî de ez mûdirê me yê giştî, xebatkarên wî yên hêja û malbatên wan ji dil û can pîroz dikim."
- "Ev serkeftineke muthîş e"
Arinç got: "Ji bîr nebin ku dîmenên qetlîama ku li Sûriyeyê qewimî bi rêya du ajansan ve dinya pê haydar bû. Ji van yek jî Anadolu Agency bû. A niha ajans hatiye qonaxeke wisa ku êdî dikare bi 7 zimanan ve weşanê bike."
Xeynî van Arinç dîsa bal kişand û got ku AA dê bi xebatên xwe ve xwe bide nas kirin û bala mirovan bikşîne û wiha pê de çû: "Serkeftineke din a gelekî mezin jî ew e ku ajansê dest weşana bi fransewî kir. Êdî wê bêjin ku AA tevî boşnakî, rûskî, erebî, îngilîzî bi fransewî jî nûçeyan belav dike. Ev serkeftineke muthîş e û berdewamiya wê jî dê bê û bi vî hawî dibe ku em bigehêjin 10 zimanan jî."
Arinç ji bo ajansê serkeftin xwest û axaftina xwe bi dawî anî.