ŞIRNAK
Li Ûlûdereya navçeya Şirnexê temîrkerê otoyan Gurgîn Babat ji ber ku perê wî têrî nedikir, nekarî ku ji xwe re wesayît bistîne. Li ser vê yekê ji parçeyên li kargehê wesayîteke servekirî û otomotîk fitêz çêkir.
Babatê 36 salî li Ûlûderaya li sînorê Iraqê ji ber ku pereyê wî têrî nekir ku ji xwe re erebe bistîne, erebeya xwe bi xwe çêkir. Wesayîta servekirî ya ku Babat çêkir, bala welatiyan dikişîne.
-"Ez dê di demek kurt de yekê din çêkim"
Babat daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û got ku ji zarokatiya xwe de gelek eleqeya min li ser wesayîtan hebû ji ber vê yekê bûm temîrkerê wesayîtan. Babat qal kir ku pereyê wî têrî nedikir ku heta îro erebeya ku dixwast, bistîne.
Babat got ku ji ber vê yekê biryar da ku ji perçeyên zêde yên li kargehê wesayîtek çêbike û wiha axivî:
"Min di encama xebatên xwe de perçeyên li kargeha xwe kirin yek û min erebeyeke otomotîk fitêz çêkir. Hin welatiyên ku wesayîtê dîtin, ji min xwestin ku ez ji wan re jî çêkim. Ez dê di demek kurt de dîsa yekî çêkim. Ji ber ku derfetên li Ûlûdereyê kêm in min nekarî wesayîtek bi dilê xwe çêkim. Heke ez li Stenbol bûma min dê yekî xweşiktir çêbikira."
-Dixwaze ku firokeyê çêke
Babat got armanca min ew e ku ez firokeyeke çêbikim û wiha axivî: "Ez dê digel derfetên kêm dîsa firokeyek çêkim û li asîmana Ûlûdereyê bifirim."
Hempîşeyên wî jî destnîşan kirin ku Babat hosteyeke gelek jêhatî ye û diyar kirin ku heke derfet bê dayîn dikare wesayîtek çêtir çêbike.