Serokê Daîreya 2yemîn a Lijneya Bilind a Dadger û Dozgeran (HSYK) Mehmet Yilmaz daxuyand ku wan biryar da ku di saet 14.00an de bi awayekî awarte li hev bicivin û li ser îdiayên der heqê herdu dadgerên ku biryara tehliyekirina berşikên lêpirsîna "Rêxistina Paralel" dan, bişêwirin.
32yemîn Dadgeha Cezayê Eslî ya Stenbolê ji bo berşikên ku di çarçoveya lêpirsîna Buroya Jêpirsîna Teror û Sûcên Rêxistinî ya Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê ya ji ber sûcê "avakirin û rêvebirina rêxistina çekdar a terorê" tên darizandin, biryara tehliyekirinê dabû.
Li dû biryarê Serokatiya Lijneya Teftîşê ya HSYKyê du sermufettîş peywirdar kiribû û dest dabû ser bûyerê.
Serokê Daîreya 2yemîn a HSYKyê Yilmaz di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnerê AAyê de destnîşan kir ku ji bo şêwra îdiayên der heqê dadgerên navborî ewê di saet 14.00yan de awarte li hev bicivin.