Ahmet Aydın
05 Gulan 2017•Rojanekirin: 06 Gulan 2017
ANKARA
Ji aliyê Lijneya Bilind a Dadger û Dozgeran (HSYK)ê ve di çarçoveya lêpirsînên dijî FETOyê de, 107 hakim û dozgerên din ji kar hatin avêtin.
Wekîlserokê HSYKê Mehmet Yilmaz, di daxuyaniya xwe ji bo rojnamevanan de anî ziman ku piştî civîna îro, xebatên xwe yên li ser lîsteyan qedandine.
Yilmaz got, "107 dadger û dozgerên din jî hatin îxrackirin. Ev îxraca dawîn bû ku bi şêweyê lîsteyan hat kirin. Ji vê pê de her ku bi lê mikurhatinan nav ji me re werin, wê lijneya ku bi dûv me de were wê rewşê binirxîne. Lê xebatên li ser lîsteyan qediyan. Me îtîraz jî qedandin."
Bi îxraca dawîn hejmara dadger û dozgerên ku di çarçoveya lêpirsînên dijî FET de ji kar hatine avêtin gihîşt 4 hezar û 238an.