17 Adar 2017•Rojanekirin: 18 Adar 2017
ANKARA
Lijneya Bilind a Dadwer û Dozgeran (HSYK)ê di çarçoveya lêpirsînên Rêxistina Terorê ya Fetullahî/Pêkhateya Dewleta Rexber (FETÖ/PDY) da, li gor îfadeyan dadwer û dozgeran 202 dadwer û dozger ji kar avêtin.
Serokwekîlê HSYKê Mehmet Yilmaz derbarê Lijneya Giştî ya HSYKê zanyarî dan û ragihand ku rewşa 202 dadwer û dozgerên din gotûbêj dikin.
Yilmaz anî ziman ku piştî civînê di çarçoveya Qerarnameya di Hukmê Qanûnê (QHQ) da, bi îdiaya ku îltîsaq û îrtibata wan digel FETO/PYDê heye, 202 dadwer û dozger bêyî ku ji kar bên dûrxistin, yekser biryara jikaravêtina wan dane.
HSYKê herî dawî 20ê sibatê biryara ji karavêtina 227 dadwer û dozgerên komarî dabû. Bi van reqeman ra hejmara dadwer û dozgerên jikaravêtî îro gihîşt 4 hezar û 88 kesan.