ANKARA
Komeke Dewleta Îslamê ya Şam û Iraqê (DÎŞI) ji aliyê Sûriyeyê ve gule berda ekîbên dewriya Qereqola Hidûd ya Çobanbeyê. Hêzên Çekdar ên Tirk li ser vê êrîşê bi çekên mezin, tank û topên lûlekurt bersiv da DÎŞIyê.
Li gor agahiyên ku ji çavkaniyên leşkerî hatin girtin, hin kesên girêdayî koma DÎŞIyê êrîşî ekîbên Qereqola Hidûd ya Çobanbeyê kirin.
Li ser vê êrîşê, tangên herêmê bi çekên mezin û topên lûlekurt bersiv dan DÎŞIyê û nîşana konvoyeke koma DÎŞIyê girtin.