07 Rêbendan 2016•Rojanekirin: 07 Rêbendan 2016
ŞAM
Hat ragihandin ku balafirên şer ên artêşa Sûriyeyê êrîşî du bajarok û navçeyeke herêma Gutaya Rojhilat kirin, di encama êrîşê de 20 sivîl mirin û 50 kes jî birîndar bûn.
Li gor agahiyên ku nûçegihanê AAyê ji rayedarên parastina sivîl ên li Gutaya Rojhilat bi dest xistin balafirên şer ên artêşê êrîşî bajarokên Zemelka û Mîsrabaya di bin kontrola dijberên birêvebirinê û navçeya Dûmayê kirin.
Rayedaran diyar kir ku piştî bombebaranê jin û zarok jî di nav de 20 sivîl mirin û 50 kes jî birîndar bûn û dan zanîn ku birîndar bi ambûlans û wesayîtên sivîl rakirin nexweşxaneyên sahrayê.
Rayedaran qal kir ku di êrîşa hewayî de gelek mal xira bûn û xisar dîtin, hin wesayîtan ew qas zirar dîtin ku êdî nikarin wan bi kar bînin.
Navçeya Dûmayê û bajarokên Zemelka û Mîsrabayê yên li Gutaya Rojhilat a herêma paytext Şamê ev demek dirêj e ku ji aliyê hêzên Esed ve hatiye dorpêçkirin û ev 3 sal in ku av û ceyranê nikarin bidin van deran. Hêzên rejimê ji bo ku herêmê ji mixalifan paş ve bistînin her roj ji hewayê û bejayê êrîş dikin.