AGRI
Li Agiriyê ji ber ku duh êvarê berf barî zozaniyan konên xwe berhev kirin û vegeriyan malên xwe.
Ji ber berfê zozana Qendîla li sinorê Diyadîn û Avkevira navçeyên Agirî û Erdîşa navçeya Wanê ye û bi hezaran dewar û pez lê diçêrin sipîboz bû.
Koçerên li zozanan ji ber ku germahiya hewayê 10 pile daket bin sifirê û berf zû barî, konên xwe berhev kirin û vegeriyan malên xwe yên li deştê.
Ji koçeran Yilmaz Paçal diyar kir ku îsal berf 2 hefte zû barî.
Paçal got ku hezar û 500 pezê xwe li zozana Qendîlê di konan de xwedî dike û wiha dewam kir: "Em ji Îdirê hatin zozanan. Em ê 15 roj şûnde vegeriyana mala xwe. Lê belê duh bi şev gelek berf barî. Pêşiya ku berf bibare me fêm kir û me konên xwe berhev kirin. Zozan bi berfê sipîboz bû. Me alavên xwe li qemyonê kirin û niha jî ez pezên xwe dibim.
Ji koçerên zozana Sînegê Mehmet Artan jî got ku ji ber berfê û hewaya sar îsal kesên li zozanan zû dageriyan. Artan axaftina xwe wiha domand: "Ji meha gulanê heta niha em li vir in. Her sal em di nava meha çiriya pêşîn ji zozanan dadiketin, lê îsal li gorî salên borî zû sar bû. Koçerên li zozanan alav û konên xwe berhev kirin û berê xwe dan deştê.