MUGLA
Li Mûglayê Cansû Kayaya ku 18 salî hatibû kuştin, li ser mirina wê 2 kes hatin girtin. Gumanbar hindik mabû bên lînçkirin.
Poyraz Ç û Necatî D bi saya xebatên Tîmên Taybet yên Fermandariya Cendermeyên Muglayê hatin binçavkirin. Poyraz Ç û Necatî D piştî îfadeyên wan hatin standin, danê nîvro anîn Edliyeya Ortacayê.
Eqreba û merivên Cansû Kayayê bertek nîşanî gumanbaran dan. Hinek welatiyan êrîşî wesayitê kirin û xwestin deriyê wesayitê vekin, lê cendermeyan destûr neda wan.
Poyraz Ç û Necatî D nêzî 10 saetan li edliyê man, bi sûcê "bi qestî kuştinê" hatin girtin.