Serokwezîr Ahmet Davutoglu diyar kir ku ji ber mirina Serokomarê 9emîn ê Tirkiyeyê Suleyman Demirel hemû hurguliyên protokola dewletê ya ku ji bo serokomaran tê kirin wê bê sepandin û ji îro ve wê şîna neteweyî bê îlankirin.
Serokwezîr Davutoglu ji Avahiya Fermî ya Serokwezîriyê çû mala Suleyman Demirel a ku di Kolana Gunîzê de ye û sersaxî da xizmên Demirel ên li malê bûn.
Rojnamegerekî ji Serokwezîr pirs kir "We qala şîna neteweyî kir, ji îro pê ve çend roj e?" Davutoglu jî wiha bersiv da: "Şîn 3 roj e. Yanî roja îniyê wê nimêja cinazeyê wî li Enqereyê bê kirin. Ji bo merasimê malbat çi qirarê bide wê li gor wî xebat bên kirin. Ew ê di vê meseleyê de bi hev re bişêwirin û qirarê xwe ji me re bibêjin."
Cinazeyê Demirel roja şemiyê wê li Ispartayê bê definkirin.