Jêpirsîna qezayê ji aliyê Dozgerê Komarê yê Stenbolê Erdal Bagci ve tê birêvebirin. Bagci di çarçoveya jêpirsînê de 6 gûmanbarên ku wek berpirsyarê qezayêbûn ji bo bên girtin sewqî dadgehê kir. 3yemîn Dadweriya Sulh Cezayê ya Stenbolê îfadeyê wan girt.
Dadweriyê piştî navbera ku da de biryara xwe bi hinceta "bi texsîrî bûn sedema mirina gelek kesî" ve Adem Akyildiz, Tûrgay Dalgiç, Onder Turksoy û Mûrat Aytîmûr da girtin.
Ji gumanbaran Metîn Karakoç û Orhan Demîrel serbest hatin berdan lê ji bo wan derketina derveyê welêt hat deqexekirin û hikmên tewdîrên kontrola dadî ji bo wan hat dayîn.
Di çarçoveya jêpirsîna ku bi destê Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê ve dihat birêvebirin îfadeyên 11 kesan hat girtin û ji wan 6 kes bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin û 5 kesên din jî serbest hatibûn berdan.
Li Şîşliyê di 6ê îlonê de di înşeata ku li cihê Stada Alî Samî Yenê dihat çêkirin de asansora ku bar û xebatkar tê de bûn ji qata 32yemîn ket û bi erdê ve zeliqî. Di vê bûyerê de 10 xebatkar miribûn.