Mesut Varol
13 Rêbendan 2023•Rojanekirin: 14 Rêbendan 2023
Di xebatên ji hêla Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê hatin kirin da ji binê Gola Wanê 730 metrekûp herî hat derxistin.
Li gorî daxuyaniya li ser hesabê Walîtiyê yê medyaya civakî, Walî û Wekîlê Şaredarê Bajarê Mezin Ozan Balci li ciyê ku herî tê paqijkirin û derxistin, teseliya xebatan kir.

Balci ji Sekreterê Giştî yê Şaredariya Bajarê Mezin Mehmet Fatih Çelikel agahî sitand û diyar kir ku ew pir girîngiyê dide xebatên di golê da tên meşandin.
- 100 makîneyên kar dixebitin
Di çarçoveya xebatên tên kirin da heta niha ji bin golê 730 metrekûp herî hat derxistin.

Bi projeya ku bi 100 makîneyên kar û 120 personelî tê meşandin va xebata paqijkirinê ya li etaba yekem a li qeraxê Taxa Îskeleyê kuta bû.
Xebatên li etaba duyem a dikeve navbera Zanîngeha Van Yuzuncu Yilê û Parqa 15ê Tîrmehê ya Taxa Îskeleyê û her wiha yên li etaba sêyem a li hêla Parqa Yaşar Kemal a navçeya Îpekyoluyê berdewam in.