Türkan Tosun
17 Îlon 2020•Rojanekirin: 18 Îlon 2020
Li Erdîşa navçeya Wanê dergûşeke nû hatiye dinyayê û nikare baş bêhna xwe bide û bistîne bi hewla cendirmeyan rakirin nexweşxaneya li Batmanê.
Li gor daxuyaniya Walîtiyê Gulcan Bulkana duh sanciyên wê girtin li Nexweşxaneya Dewletê ya Erdîşê qîzek anî dinyayê.
Piştî welidandinê dergûşa ku nikare baş bêhna xwe bide û bistîne doxtor biryar da ku wê bişînin nexweşxaneyeke derfetên wê zêdetir da ku bê tedawîkirin.
Li ser vê lêkolîn hat kirin û bi hewla tîmên cendirmeyan a Fermandariya Fîloya Qolordiya Asayîşê ya Cendirmeyan û Walîtiya Wanê ew bi firokeye tîpa wê "Skorsky" ye va rakirin nexweşxaneya li Batmanê.
Tedawiya dergûşê tê kirin û hat ragihandin rewşa wê baş e.