19 Cotmeh 2015•Rojanekirin: 19 Cotmeh 2015
İSTANBUL
13emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê îdianameya ku tevî Fetûllah Gulen ji bo 69 berşikan di çarçoveya Rêxistina Dewleta Paralel a ji ber îdiaya "Di lêpirsîna 25ê Berfanbarê ya ku bi neşopandinê va encam da de bêusûlî kirin û ji bo berşikan dafik danîn" hat amadekirin, qebûl kir.
Dadgehê ji bo berşik Fethûllah Gulen û alîkarê wî Sînan Dûrsûn biryara girtinê derxist.
Herwisa dadgehê biryar da ku ji Wezareta Edaletê re nivîs were nivîsandin da ku der heqê Gulen û alîkarê wî Sînan Dûrsûn de Bultena Sor were derxistin.