ÎSTANBÛL
Di çarçoveya lêpirsina "rêxistina paralel" a ku Navenda wê Stenbol e de, hatibû xwestin ku der barê Fethûllah Gulenê gumanbar de biryara girtinê bê derxistin û Dadgeriya Cezaya Sûlhê ya 1emîn a Stenbolê ev daxwaz qebûl ki rku birgara girtinê bê derxistin.
Dadgeriya Cezaya Sûlhê ya 1emîn a Stenbolê daxwaza Serdozgeriya Komarê ya ku lêpirsîna "rêxistina paralel" dike, nirxand û hikim da ku der barê Fethûllah Gulenê gumanbar de ji bo tewqîfkirinê biryara girtinê bê derxistin.
Di çarçoveya lêpirsînê de Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê ya xwestibû ku der barê Gulenê gumanbar de biryara girtinê bê derxistin, di daxwaza xwe de diyar kiribû ku "Hat nirxandin Fethûllah Gulenê Serokê rêxistina sucê ya ku di qadên wek çapemenî, aborî û burokrasiyê de li dijî nizamê rêxistin bûye û raya giştî vê wek tevgera xizmetê dinase, di sala 1998an de derket derveyî welêt û car din venegeriya."
Di nivîsa daxwazê de hatibû diyarkirin ku Gulen hê jî li Amerîkayê dijî û hatibû gotin ku "Di encama lêpirsînê de têrî xwe dane derketin holê ku Gulen sûc kiriye û ji ber ku ev demek dirêj e li derveyî welêt e, ne mimkûn e ku em bigihêjin wî."