Yeter Erdine
02 Adar 2023•Rojanekirin: 03 Adar 2023
Li Meletiyê ji bo navçeyên Doganşehir, Akçadag û Puturgeyê ku di erdhejên 6ê Sibatê da avahî lê kavil bûn, bi firokeyan belavkirina alavên alîkariyê û texliyekirin berdewam e.
Ji bo navçeyên Doganşehir, Akçadag û Puturgeyê alîkariya ekîban bê navber dewam dike.
Ji bo ku alîkarî zûtirî werin neqilkirin, bi firokeyên eskerî tên belavkirin.
Firokeyan di navbera 9ê sibatê û 2yê adarê da 84 hezar û 170 kîlo alîkarî neqil kir. Bi firokeyan 634 çadir jî hatin belavkirin.
Firokeyan 125 sortî kir û alîkarî gîhandin navendên navçeyan û taxên dûrî navendan.