Mehmet Neytullah Uçarturnagurbetgezerê ji Diyarbekirê ji bo ku têkeve Pirtûka Rekoran a Guinnesê dixwaze ku paşnava xwe biguherîne û têxe "Uçarturnagurbetgezerdiyardiyarellerde".
Uçarturnagurbetgezerê 59 salî bavê 4 zarokan e û di saziyeke dewletê de wek karker dixebite û ji ber ku bavê wî her tim li xerîbiyê ye dixwaze ku paşnava xwe ya ku ji 20 herfî pêk tê biguherîne û têxe paşnaveke ku ji 37 herfan pêk tê.
Uçarturnagurbetgezerê ku xwediyê paşnaveke wek gotinên kilama ye ji ber ku welatî paşnava wî dibihîzin û ecêb dimînin zehf kêfxweş e.
Uçarturnagurbetgezer qîma xwe bi paşnava xwe ya ku ji 20 herfî pêk tê nayne û biryar da ku serî li Midûriyeta Nifûsê bixe û paşnava xwe têxe "Uçarturnagurbetgezerdiyardiyarellerde". Li gor qanûna berhevkirî ji bo guherandina paşnavê biryara mihkemeyê hewce nake.
Uçarturnagurbetgezer xêncî paşnava xwe bi kilam û lêxistina sazê ve jî li der û dorên xwe tê naskirin. Armanca Uçarturnagurbetgezer ew e ku paşnava xwe biguhere û li Tirkiyeyê bibe xwediyê paşnava herî dirêj û têkeve Pirtûka Rekoran a Guinnessê.
Uçarturnagurbetgezer daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku li navçeya Dicleyê hatiye dinê û ji ber ku bavê wî her tim li xerîbiyê ye paşnava xwe ya Akçakaya guherand û kire Uçarturnagurbetgezer.
Uçarturnagurbetgezer destnîşan kir ku xwestiye ku peyvên "Diyar diyar ellerde"yê jî bi paşnava xwe ve bike lê belê di wê demê de ji ber ku di nasnameyê de cihê paşnavê têrê nake qebûl nekirine û wiha got: "Ez dixwazim ku daxwaza bavê xwe bi cî bînim û paşnava xwe têkim 37 herfan û têkevim Pirtûka Rekoran a Guinnessê."