Serokbajarê Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) yê Mardînê Reşat Kaymaz diyar kir ku ji bo Şaredariya Bajarê Mezin a Mardînê 7 kesan serlêdana bernamzetiyê kirin e, ji bo şaredariyên navend û navçeyên Mardînê jî niha 102 bernamzed in.
Kaymaz di avahiya serokbajariyê de civîna çapemeniyê li darxist û destnîşan kir ku ji bo diyarkirina namzetan sibê hilbijartinên pêş dê bên kirin û da zanîn ku kurd, suryanî, misilman, xiristiyan gelek kesan ji bo bernamzetiyê serîlêdan kirin e.
Kaymaz wiha dewam kir: "Hemû endamên partiya me ji bo me yek in. Em dixwazin ku hilbijartineke demokratîk çêbibe. Biryara ku delegasyon bide em ê qebûl bikin. Namzetê ku dê bê hilbijartin jî ji sedî 90 dê namzetê me be. Ji bo Şaredariya Bajarê Mezin a Mardînê 7 kesan serlêdana bernamzetiyê kirin, ji bo şaredariyên navend û navçeyên Mardînê jî 102 kesan serlêdan kirin"